Di 16’ê Îlona 2022’an de Jîna Emînî li Tehranê şehîd bû.
Ji ber ku rejîma Îranê ji porê jinan ditirse. Ji ber ku rejîma Îranê ji hêza jinê ditirse.
Li Îranê jin di bin çewisandinê de ye û mafên wan di bin lingan de tê binpêkirin.
Bi pêşengiya jin û ciwanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ çalakiyên ji bo mafên jinan hatin lidarxistin.
Serhildan li Îran û Belûçistanê û li seranserê Kurdîstanê belav bûn.
Di çalakiyan de vîna jinan, tekoşîna jinan a ji bo azadiya jinan, hemû cîhanê bandor kir.
Li çar aliyê cîhanê jinên azadîxwaz ên ji bo azadiya jinan tekoşîn dikin, hevgirtina xwe bi jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re ragihandin.
Bi van serhildanan re birdoziya azadiya jin a ku Rêber APO afirandiye li cîhanê hate naskirin.
Rêber APO di nivîs û daxuyaniyên xwe de tovên ku niha bi hezaran jinên ciwan di têkoşîna azadiya xwe de jê şîn dibin, reşandiye.
Bi Jîna Emînî re agirê evîna azadiyê hat pêxistin. Agirê nefreta li hemberî zilm, koletî û mêtingeriyê ye. Agirê azadiyê geş dibe, tenê divê em tevlî wê bibin û li hemû cîhanê belav bikin.
Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî