Jinên herî bihêz li Kurdistanê jiyan dikin

Dema Heval Zîlan (Zeynep Kinacı) çalakiya xwe ya fedaî pêk anî, ez hin dayîk nebibûm. Lê dema min wê çalakî bihist ez pir bandor bûm. Min got eceba çawa dibe jinekî ewqas demkurt di nava partiyê de jiyan kiriyê û çalakiyekî ewqas bibandor pêk tîne.

Çalakiya Heval Zîlan pir mezin bû li hember dijmin û gel û Tevgera Azadiya Kûrdîstan gelek bandor kirîbû. Rêber APO li ser vî esasî got: “Heval Zîlan fermandara me ye!”

Saleke berê Heval Rûken û Heval Sara li Mersinê di 16’ê îlonê 2022’an de çalakiya fedaî pêk anî. Dema dîmena wê derket di dilê min de hestekî pir cûda avakir. Wê keliyê de min fikirî dema Heval Zîlan çalakiya xwe pêk anîbû di nava gel de jî hestekî wisa avakiribû. Heval Rûken û Heval Sara bûn xet, bi çalakiya xwe ve li hember dijmineke ewqas bi hov sekna jina Kurd nişan raber kirin.

Hevaltîya xwe bi hevalên ku bin gazên kîmyewî berxwedidin û şehîd dikevin jî nişan dan. Ev çalakî bersîva herî mezin li hember tecrîta girankirî a ku 24 sale li ser Rêbertî bê navber tê meşandin bû. Hesta tolgirtina jina Kurd nişan dan. Nişan dan ku, ev dijimin pir bêhêz e weke ku xwe li herderî dixwaze nişan bide nîne. Ev dijimin di çiyayên azad de nikarê li hember gerîlayên me yên serdema nû berxwe bide û di navendên xwe de jî, di nava bajarên Tirk nikare xwe biparêze.

Çalakiya Heval Sara û Heval Rûken bûn çokdanînekî ji bo dijmin. Çokdanîna ku di dîroka Tekoşina Azadiya Kurdistan de pir caran jiyan kiriye. Ji ber terzê gerîlayên Kurdistan, terzekî sûprîze. Çawa ku çalakiya 15’ê Tebaxê ji bo wan bû sûprîz, çalakiya Heval Zîlan jî ji bo wan bibû sûprîz.

Heval Rûken û Heval Sara di çalakiya xwe de û di nameyên xwe de jî nişan dan ku jinên herî bi hêz di Kûrdîstanê de jiyan dikin. Jinên ku bi Rêber APO ku di 25 salan di zindanê de li hember îşkence û tecrîda girankirî ewqasî berxwedide re hatine gîrêdan. Ji bo vê ewqas bi hêzin. Ji ber Rêber APO jiyana xwe ji bo azadiya jina Kurd û azadiya gelên bindest feda kir û hin jî dike. Keliyekî jî ji bo xwe jiyan nekiriye. Giştî jiyana xwe ji bo azadiyê ava kiriyê û bin işkenceya psîkolojîk ya Dewleta faşist a Tirk û lîstokên NATO’yê jî nebû amûr û tekoşînek bêhempa dimeşine.

Heval Rûken û Heval Sara berxwedana Rêber APO bandor bûn, çalakiya Heval Zîlan bandor bûn û li hemberî jiyana mirî di nava dijmin de xwestin helwest raber bikin. Ew xwe ji bo tolgirtina şehîdên xwe avakirine. Di bin êrişên rejîma faşista a Tirk ya bê sînor û bê exlaq; Rêberê me, gelê me û gerîlayên me her roj berxwedide, jinên ewqas bi hêz avadibin.

Ev şoreşeke bi xwe ye. Ev şoreşa Rêber APO’yê û ez wekî jinekî ciwan di wan tiştan pir bandor dibim û bawerim jinên ewqas bihêz tenê li Kurdistanê de jiyan dikin. Ji ber welatê Kurdistanê heya îro di bin êrişên pir giran û bi hov re rû bi rû dimine lê aliyê din de jî tekoşinekî ewqas bihêz û serkeftin di nava gel de tê meşandin. Bi xwe jî dikarim bejim jiyan tenê li Kurdistanê de mayê. Ji ber tekoşina azadiyê jiyan diafrîne.

Ji ber vê berxwedana gelê Kurd heya îro neqediya ye, û nayê qedandin jî. Ji ber jinên Kurd ji Rêber APO bandor dibin û tevlî rêfen gerîla dibin. Têkoşinek bêhempa dimeşinin. Ji bo wê hêzên hegemonîk û faşist heya îro nikarîbûn di Kurdistan de serdest bin. Ji ber şoreşa me şoreşa azadiya jinê, tekoşina me tekoşina jiyanê ye. Bi wî awayî jinên berxwedêr li her derî cihê xwe bigerin û rol û misyona xwe wek peşengên evîna azadiyê bigrin û bi rihê heval Sara û heval Rûken azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin.

Heval Rûken û Heval Sara bi tekoşina xwe vê îspat kirine û şûna wan bi hêzaran Sarayan û Rûkenan di nava rêfen gerîla de cihê xwe bigrin û derbeyên gîran vê dijminê bixin.
Bi wî rengî ne tenê Kurdistanê, giştî Rojhilata Navîn rizgar bikin û bi rizgariya Rojhilata Navin ewê pergala kapîtalist ya modernite jî edî di cihanê de têk biçe.

Mizgîn Tolhildan